HEWLÊR
Hat ragihandin ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê pereyê ji budçeyê yê para Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) naşîne, herêm 17 milyar dolar ketiye bin deyn.
Alîkarê Serokê Komîsyona Darayî û Aboriya Parlementoya HKIyê Elî Mihemed Salih daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Herêma Kurdistanê 17 milyar dolar deyndar e. Mehaniya karmendan ya du mehan milyarek û 250 milyonî digire, deynê walîtiyan milyarek û 100 milyon e, deynê ku ji bankeyên taybet hatiye kirin jî 10 milyar dolar e. Ji bilî vê gava pereyê ku herêm ji saziyên neftê re jî deyndar e bikeve serê ev meblax dibe 17 milyar dolar."
Salih diyar kir ku deyn gelekî zêde ye û pereyê ku hatiye deynkirin jî ne ji bo pêşketin, veberhênanan piranî ji bo mehaniya karmendan bidin hatiye bikaranîn.
Salih destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê ji ber ku para wê ya ji budçeya Iraqê nayê di nav qeyrana aboriyê de ye û wiha pê de çû: "Rêveberiya Kurdistanê ji bo vê qeyranê çareser bike ji Tirkiyeyê 500 milyon dolar deyn kir. Li hêviyê ne ku di demeke nêz de 500 milyon dolarê din jî bê. Lê hê jî nehatiye. Ez sedema wê nizanim, lê ev pereyê ku tê şandin ne pereyê neftê ye wek deyn tê dayîn."
Bexdayê ji budçeya Iraqê qismekî pereyan ji HKIyê re şandibû û Salih bal kişand ser wê meseleyê jî û wiha axivî: "Bexdayê mehê 400 milyon dolar ji rêveberiya Kurdistanê re şand lê ev pere têrî mehaniya karmendan nake. Ji bo mehaniya karmend, polês û pêşmergeyan mehê herî kêm milyarek dolar lazim e. Hikûmeta navendî ji ber ku para me her tim kêm dişîne kêmasiya me jî her ku diçe zêde dibe."
Budçeya sala 2015an a Iraqê hat hesabkirin û ji wê parê 17 milyar dolar pere divê ji HKIyê re bê şandin. Lê hikûmeta navendî bi îdiaya ku HKIyê ji bêyî destûra wan neft firotiye para wê ya ji budçeyê birî û dest da serê. Piştî ku Heyder el-Îbadî bû serokwezîr Bexda û Hewlêrê li hev kir. Hewlêr ji bo ku para xwe ya ji budçeyê hilde rojê 550 warîl neft wê ji Şîrketa Neteweyî ya Neftê ya Iraqê (SOMO) re bişîne. Lê hikûmeta navendî bi hinceta ku pere tuneye ji HKIyê re her tim pereyan kêm dişîne.