Abdullah Tel
06 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2021
Dadgehê Amerîkayê ji bo Enrique Tarrioyê serkêşê Proud Boys a koma rastgir a tundraw a ku alîgirê Donald Trump e, têketina paytext Washingtonê qedexe kir.
Dadgehê der heqê Tarrioyê ku ji ber zirar dabû mal û milk hatibû binçavkirin da biryara xwe eşkere kir û ew serbest berda û têketina paytext lê qedexe kir.
Li gor biryarê Tarrio wê bikaribe bi parêzerê xwe ra hevdîtinê bike û biçe dadgehê û ji bilî van herdu awarteyan dema ku ber bi paytext va bê wê nikaribe bikeve herêma Columbiaya ser Marylandê ku qasî saetekî ji Washingtonê dûr e.
Îro wê encamên hilbijartina serokatiyê di rûniştina Kongreyê da bê pesendkirin û biryar jî piştî nûçeyên der heqê vê mijarê da hat dayîn.
Polêsê Washington DCyê ragihand ku meha borî di dema çalakiyên li bajêr hatin kirin da Tarriot ji ber qelaştina pankarta bi dêrê va dalqandî û li serê "Black Lives Matter (Jiyana Reşikan Biqiymet e)" nivîsîbû, hatibû binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser Tarrio gelek gule hatin qefaltin û ew ji ber vê jî hat sûcdarkirin.
Di çalakiyên meha borî li Washington DCyê hatin kirin da di navbera alîgirên Trump û yên dijber da şer derket û 4 kes hatin kêrkirin û birîndar bûn.