LAHEY
Li Misrê ekîbeka hiqûqê ji bo ku berpirsyarên derbeya Misrê bên darizandin serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) xist.
Hat ragihandin ku serlêdana wan ji aliyê DCNyê ve nehatiye qebûlkirin. Endamên ekîba hiqûqê ji aliyê endamên Meclisa Şûrayê û Partiya Dad û Azadiyê (HAP) ve hatine tayînkirin. Vê ekîba hiqûqê ji bo darizandina derbekerên Misrê serî li DCN ya ku navenda wê li Laheya bajarê Hollandayê ye da.
DCNyê serlêdana ekîbê bi hinceta ku ji aliyê hikûmeta Misrê ve nehatiye kirin, nekir rewacê û bi vî awayî daxwaz hat redkirin.
Ekîba hiqûqê di 20ê kanûna 2013an de serî li DCNyê dabû û diyar kiribû ku Serokomarê Misrê Mihemed Mûrsî cara ewil bû ku ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin. Lê ev hilbijartin ji aliyê rejima leşkerî ve hat binpêkirin û Mûrsî ji aliyê derbekeran ve ji wezîfeyê hat dûrxistin û ev sûcekî mirovahiyê ye û lazim e ku DNC li ser vê yekê bisekine.
Çavkaniya DCNyê Statuya Romayê ye û Misir jî alîgirê vê statuyê nîne û ji ber vê yekê jî DCN nikare li Misrê rasterast darizandin û jêpirsînê bike.
Heke Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bi hevdu re biryarê bidin, erê bikin û yan jî Misir dadgehê qebûl bike wê demê DCN dikare li wê derê bibe xwediyê hin rayeyan.