Türkan Tosun
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo malbatên ku malên wan ên li navçeya Sûrê di êrîşên terorê de xirab bûne pişk hat avêtin û xwediyê 256 avahiyên ku ji hêla Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê va hatine çêkirin hatin diyarkirin.
Pişk li salona konferansê ya Midûriya Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê hat avêtin û 256 malbat hatin eşkerekirin.
Walî Hasan Basrî Guzeloglu di merasima pişkavêtinê de got berhem û nirxên ku hatine îmhekirin cardin bi awayê baş hatine çêkirin û ew kêfxweş in ku avahiyên welatiyan teslîm dikin.
Guzeloglu ji bo piştgiriyê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr û wezîran kir û wiha axivî: "Wekî dewlet me 75 milyon û 68 hezar lire alîkarî da welatiyan. Her meh alîkariya kirê dewam dike. Heta niha me ji bo welatiyên ku alavên wan hatine şewîtandin 18 milyon lire alîkarî da. Me 3 milyon û 400 hezar lire alîkarî da esnafan. Bi tevahî alîkariya ku me kir gihîşte 96 milyon û 460 lireyî."
Perîn Fasil a ku beşdarî pişkê bû got ew kêfxweş e ku dewletê alîkariya wan kiriye û spasiya Serokomar Erdogan kir.
Mehdiye Esenê jî got ji ber ku mala wê hatiye xirabkirin, ev 3 sal e kirê dide û wiha axivî: "Di pişkê de navê min derket. Ez pir kêfxweş im. Spasiya rayedaran dikim."