Abdullah Tel
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Johnny Michael diyar kir ku Încîrlik hê jî xwedî roleke girîng e û wiha got: "Tirkiye mutefîqiya xwe ya NATOyê didomîne. Baregeha hewayî ya Tirrkiyeyê ya li Încîrlikê ji bo NATO û Koalîsyonê girîng e."
Ji berdevkên Pentagonê Michael ji ber xebera "Amerîkayê embara çekên xwe yên li Baregeha Încîrlikê biriye welatekî din" pirsa nûçegihanê AAyê bersivand.
Michael got: "Tirkiye mutefîqiya xwe ya NATOyê didomîne. Baregeha hewayî ya Tirrkiyeyê ya li Încîrlikê ji bo NATO û Koalîsyonê girîng e. Tu rastiya wan xeberên onlîne tuneye ku dibêjin Hêzên Ewropayê yên Amerîkayê di qada bin berpirsyariya xwe da, li herêmên lê wezîfedar in cih guhertine. Ew nûçe ji bo pêbaweriyan kêm bikin tên belavkirin û vê dema ku lazim e em berjewendiyên xwe yên hevpar biparêzin dixwazin cudakariyê derxin."