14 Îlon 2017•Rojanekirin: 15 Îlon 2017
BRUKSEL
Li Belçîkayê dadgehê biryar da ku serokên qaşo yên Ewropayê yên PKK jî di nav de 36 kes û sazî di çarçoveya qanûnên têkoşîna dijî terorê de nikarin bên darizandin.
Dadgeha Îstinafê îtiraza li ser biryara wekî "PKK têkoşîna çekdarî ya navneteweyî dike û rêxistina terorê nîne" ya par ku Daîreya Lêpirsînê ya Brukselê dabû nirxand.
Di biryarê de hat parastin ku Remzî Kartal û Zubeyir Aydarê ji serokên rêxistina terorê yên li Ewropayê jî di nav de 36 kes nikarin ku di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê de bên darizandin û PKK têkoşîna çekdarî ya navneteweyî dike.
Bi tesdîqkirina biryara ku par hatibû sitandin ji bo niha hat astengkirin ku ev kes li Belçîkayê di çarçoveya qanûnên têkoşîna dijî terorê de bên darizandin. Mafê dozgerê federal heye ku dijî biryarê îtirazî Dadgeha Bilind bike.
Dozgeriyê piştî lêpirsîna ku di 2010an de dest pê kiribû di cotmeha 2015an de îdianameya xwe pêşkêş kiribû. Endamên PKKê di îdianameyê de bi ji Belçîka û welatên din ên Ewropaya Rojava zarok û ciwanan ji malbatên wan qetandin û pişt re digel Belçîkayê li kampên li Yewnanistan û Iraqê perwerdekirinê dihatin sûcdarkirin. Di nav sûcdarkirinên ser bersûcan de çêkirina ewraqên sexte û berhevkirina xeracê jî hebû.
Daîreya Lêpirsînê ya Brukselê biryar da tiştên ku ji par ji meha sermawezê vir ve di çarçoveya van sûcdarkirinan de tên kirin "çalakiyên terorê nînin" û daxwaza ku dozê sewqê dadgeha cezayê bikin red kiribû. Di hinceta biryarê de hatibû gotin ku "têkoşîna çekdarî di çarçoveya sûcdarkirina terorê de nayê nirxandin." Dozgera federal jî îtirazê biryara ku Tirkiyeyê jî bertek nîşan dabû kiribû.