
Li Erîhaya navçeya Îdlîbê ji bîreke avê cesedê 29 kesên ku di navê de cesedê eskeran jî heye û wisa tê texmînkirin ku bi destê rejîmê hatine kuştin derxistin.
Berpirsê Medyayê yê Tîma Parastina Sivîl a Îdlîbê Mecd Halef di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Hêzên rejîmê dema ku ji herêmê vekişiyane, di navê de esker jî 29 kes kuştine û cesedê wan jî avêtine bîreke avê ya li herêma Et-Telê. Îro destê sibehê em gîhîştin cesedan."
Halef destnîşan kir ku hinek cesed mehek berê avêtine bîrê û wiha dewam kir: "Îxtimal e ji ber ku xwestin ji artêşê veqetin, esker hatin kuştin û sivîl jî bi armanca taswiyeyê bi destê rejîmê hatin kuştin."
Halef diyar kir dibe ku li navçeyên din de jî di bîran de cesed hebin û wiha dewam kir: "Xebatên lêgerînê didomin. Lêbelê ji ber nebûna ekîbmanên hewce ew nikarin di hundurê bîrên ku bi avê dagirtîne de xebateke rêkûpêk bikin."
Piştî ku di meha nîsanê de komên mîna Ahraru'ş-Şam, Leşkerên Aksayê (Cundu'l-Aksa), Artêşa Sunne (Ceyşu's-Sunne), Feyleku'ş-Şam, Tugaya Heqê (Lîvau'l-Heq) û Eniya Nusra di bin navê Artêşa Fethê (Ceyş'ul Feth) de êrîşeke hevpar pêk anîn û şûnde navenda bajêr bi temamî ketibû destê muxalifan.
Yekîneyên girêdayî Artêşa Fethê di 28ê gulanê de navçeya Erîhayê ya li başûrê Îdlîbê kontrol kiribûn.