QAHIRE
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiya Misrê ji endamên Konseya Rêberiya Îxwanê Dr. Mehmûd Gîzlan û Dr. Evdirrehman el-Ber binçav kir.
Berdevkê çapemeniyê yê Îxwanê Mihemed Muntasir daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Gîzlan û Ber ji hêla hêzên ewlehiyê ve bi şev hatin binçavkirin. Muntasir destnîşan kir ku binçavkirinên li ser pêşengên xebatên îslamî û lîderên Îxwanê tên kirin bi hovane didome û bi vê tevgerê neserfiraz ve tê xwestin heş û mêjiyê şoreşgerên ku li dijî derbeyê derdikevin tevlihev bikin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Îxwanê Muntasir ragihand ku zordestiya rêveberiya derbeyê wê nikaribe wan ji rêya wan dûr bixe û wiha pê de çû: "Li ser rêyên me yên ku hatine xêzkirin derbe wê bê tesîr bin. Berevajiyê vê ewê şoreşgeran zêdetir xurt bike. Ev fedakariya me bi îzna Xwedê nîşana serfiraziyê ye. Heta em azadiya welatê xwe yê ezîz Misrê pêk bînin di vê rêyê de em ê dewam bikin."