Türkan Tosun
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
WASHINGTON
Rêvebiriya Amerîkayê bangî hêzên koalîsyonê ya ku serkêşê wê Erebistana Siûdî ye kir û got bila Artêşa Yemenê û Husî li Yemenê pevçûnan bidin dawîkirin.
Berdevka Wezareta Karên Navxweyî ya Amerîkayê Heather Nauert der barê qeyrana mirovî û pevçûnên li Yemenê da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Nauert got li Yemenê dema agirbestê û aştiyê hatiye.
Nauert kêfxweşiya xwe anî ziman ku hikûmeta Yemenê û Husî wê bi serokatiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Swedê beşdarî hevdîtinên aştiyê bibin û got divê ew li ser sozên xwe bisekinin.
Berdevk Nauertê got divê hevdîtin neyên taloqkirin û wiha dewam kir: "Divê dijminatî dawî bibe, di pêjavoya agirbestê da hêzên eskerî neyên zêdekirin, mayîn neyên bicihkirin, gavên ku wê pevçûnan zêde bikin neyên avêtin."
Ji bilî van Naurt got Bendergeha Hudeydeyê ya ku cihekî stratejîk e ji bo ku alîkariya gelê Yemenê bê kirin divê bidin destê partiyeke bêalî.
- Hevdîtinên Cenevreyê negihîştin encamekê
Li Yemenê Husiyan li hember hikûmeta meşrû darbe kirin. Ji Îlona 2014an virva paytext Sana, Bendergeha Hudeydeyê û hin herêmên din di destê Husiyan da ne. Hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike jî ji Adara 2015an vir va piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê.
Li Cenevreya bajarê Swîsreyê di 6ê Îlonê da der barê Yemenê da civîn çêbûn, lê çiqas hewl hat dayîn jî Husî beşdarî van civînan nebûn.