Abdullah Tel
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Amerîkayê der barê hevdîtinên 8emîn ên Cenevreya mijar Sûriye bû da daxuyanî da û ragihand ku muxalefeta Sûriyeyê digel çînkirin û astengkirinên delegeyên rejima Esed bi armanca pêşveçûnê girîngî dan û beşdarî civînê bûn.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê hevdîtinên 8emîn a Cenevreyê ku di 28ê sermawezê da dest pê kir û duh bi dawî bû da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Digel digel çînkirin û astengkirinên delegeyên rejima Esed, muxalefeta Sûriyeyê bi armanca pêşveçûna hevdîtinan girîngî dan civînê û beşdar bûn."
Pêvajoya hevdîtinên Cenevreyê di sala 2012an da dest pê kir û civîna ewil jî di 30yê hezîrana sala 2012an da hat kirin ji wê rojê heta niha ev civîna 8emîn e ku tê kirin.