Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Îbrahîmiyê ku bi muxalifên sûriyê û rêveberiya sûriyê re hevdîtinê dike pirsên der barê rêveberiya berwext, rayeyên wê û pergala wê de ji her du aliyan jî kir. Îbrahîmî ji her du aliyan wiha pirsî: "Heke ku pirsgirêk bê çareserkirin dê kîjan gav bên avêtin?"
Hat gotin ku di destê Îbrahîmî de belgeyeke bi navê Rêveberiya Berwext heye û di wê belgeyê de jî nivîseke "Mijarên ku divê ewilî li ser nîqaş bên kirin" cih digre. Di mijarê de li ser şeklê rêveberiya berwext, rewşa wezaretên karên derve, parastinê û mijarên din tê sekinîn.