Li Cenewreya bajarê Swîsreyê hevdîtinên ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo aştiya Sûriyeyê tên kirin bi tûra duyemîn ve dê îro dewam bike. Muxalîfên Sûriyeyî bi pêşengiya Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNŞMS) Ahmet Carba, nûnerên rejîmê jî bi pêşengiya Wezîrê Karên Derveyê Sûriyeyê Velîd Mûallîm ve dê bşedarî hevdîtinan bibin.
Di hevdîtinên dawiya meha borî de tu encamek derneket holê. Piştî wan hevdîtinan Nûnerê Taybet yê NY û Yekîtiya Ereban ê Sûriyeyê El Ahdar el-Îbrahîmî diyar kir ku di hevdîtinan de "zemîneke hevpar " çêbû.