Nihat Kavşut
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2017
ANKARA
Ehmed Osmanê ji fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad ku li Sûriyeyê li herêma operasyona Mertalê Feratê wezîfedar e destnîşan kir der barê "operasyona Efrînê" da tu daxuyanî nedaye Sputnika ajansa nûçeyan ya Rûsyayê.
Osman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir gotinên "10 hezar leşkerên Tirkiyeyê û 15 hezar leşkerên Artêşa Sûriyeya Azad amade ne. Em bi Tirkiyeyê ra (dijî PYD/PKKya rêxistina terorê) ji bona operasyona Efrînê amadehiyan dikin. Em li benda fermanê ne" ku di nûçeya Sputnikê da derketin yên wî nînin.
Ehmed Osmanê fermandarê tirkmen diyar kir Artêşa Sûriyeya Azad li herêma operasyona Mertalê Feratê wezîfeya xwe ya parastina ewlehiyê berdewam dike û wiha axivî: "Min di Sputnik yan jî di medyayeke din da der heqê operasyona Efrînê da daxuyanî nedaye. Jixwe heqê min tuneye ez li ser operasyoneke Tirkiyeyê biaxivim. Min di daxuyaniyên xwe yên berê da destnîşan kiriye ku wê Artêşa Sûriyeya Azad gundên ereb û tirkmenan yên bi destê PYDyê hatine dagirkirin rizgar bike. Min der heqê mijarên navborî da jî daxuyanî nedaye Sputnikê. Min tenê daxuyanî daye medyayên din. Heger Tirkiye operasyon bike jî em dem û şiklê wê nizanin. Em wek Artêşa Sûriyeya Azad li herêma operasyona Mertalê Feratê wezîfedar in. Wekî her gav em li kampên xwe perwerdeya leşkerî dibînin."