Ji Almanyayê bo Rûsya û rejima Esed banga "agirbestê"
Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heiko Mass destnîşan kir ku êrîşên dijî sivîlan ên li Idlibê "sucê cengê" ne û bangawaziya "agirbestê" li Rûsya û rejima Esedê kir.
New York
Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heiko Mass destnîşan kir ku êrîşên dijî sivîlan ên li Idlibê "sucê cengê" ne û bangawaziya "agirbestê" li Rûsya û rejima Esedê kir.
Maas di axaftina xwe de ya ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir bal kişand ser wê yekê ku li Idliba ku ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê ji ber şerr û pevçûnan zarokên ku ji cih û warê xwe dibin ji serma dimirin.
Maas xwest ku Rejima Esed û Rûsya di warê qeyrana mirovî ya li Idlibê de guh bidin bangawaziyên navneteweyî û anî ziman ku Rûsya û rejima weke aliyên şer pêdivê sivîlan biparêzin li nexweşxane û mekteban bordûman dikin.