Haydar Şahin
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Elî Şemxaniyê Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got heke Amerîka ji peymana nukleerê vekişe pîlana Îranê ew e ku ji "Peymana Pêşîlêbirîna Belavbûna Sîlahên Nukleerê (NPT)" vekişe.
Li gor xebera ÎSNAya ajansa xwendekarên ji Îranê, Şemxanî beriya here Soçiya bajarê Rûsyayê got, "Heke aliyê li hember (Amerîka) ji peymana nukleerê vekişe gavên ku li bendê nînin ên Îranê ew ê werin rojevê."
Şemxanî îdia kir ku hingî peymana nukleerê hatiye îmzekirin Amerîka guh nade peymanê û wiha pê da çû: "Li gor peymana eleqedar, welatên ku NPT îmze kirine dema ku bifikirin ev kêrî berjewendiyên wan ên neteweyî nayê dikarin bi rihetî ji peymanê vekişin. Em pîlana muhtemel a Îranê ye."
Şemxanî destnîşan kir ku Amerîka "ji peymana nukleerê vekişe, li ser bimîne lêbelê pêk neyne an jî pêkanînê paşda biavêje" ev kêrî mesleheta welatê wan neyê, dikarin di asta ku dixwazin da dîsa xebatên nukleerê bidin destpêkirin û ew ê destûrê nedin tu welatî ku ji "xeta wan a sor" derbas bibe.
Rayedarên Amerîkayê di rêbendanê da daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ew ê xala li ser zexta peymana nukleerê ya ku di navbera Îranê û welatên P5+1î (Amerîka, Îngiltere, Çîn, Fransa, Rûsya û Almanya) da hatibû îmzekirin betal nekin, muafiyeta zexta li ser welêt 120 rojî dirêj dikin, heke li hev nekin jî ev ê bibe biryara dawîn a dirêjkirinê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê.