2017 ж. 14 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 14 наурыз
QAHIRE
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Misrê daxwaza Ferîd ed-Dîbê parêzerê Serokomarê têkçûyî Husnu Mubarek nirxand û biryara tehliyekirina Mubarek da.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên darazê hat wergirtin, ji ber ku Mubarek 3 sal cezayê hebsê yê doza Qesra Serokomariyê temam kir û herwiha ji dozên mayîn jî beraet kir, biryara tehliyekirina wî hat dayîn.
Hat diyarkirin ku miemeleyên tehliyekirina Mubarek, li qereqola herêma Misr el-Cedîde ya QahIreyê ku adresa rûniştina Mubarek lê ye, dan destpêkirin.
Li gorî qanûnên Misrê mehkûmên ku cezayê xwe temam dikin û ji girtîgehê derdikevin, dibin qereqola herêma ku lê dijîn û herwiha wan ji vir tehliye dikin.
Mubarek piştî Şoreşa 25ê Rêbendanê ya Misrê di Nîsana 2011an da hatibû binçavkirin. Mubarek piştra biribûn Nexweşxaneya Leşkerî.
Mubarek di 2012an da ji ber şîrikatiya sûcê kuştina 239 xwepêşanderî cezayê hebsa muebetê (25 sal) xwaribû û herwiha ji bo demekê ew neqlî Girtîgeha Tûrayê kiribûn. Lêbelê ji ber sedemên nexweşiyê kurtedemek şûnda careke din ew rakiribûn nexweşxaneya leşkerî.
Bi erkê qanûna Misrê ya der barê serokomarên berê da dewlet divê ji Mubarek ra xaniyekî terxan bike.