Dinya, archive

Hollande li Erebistana Siûdî bi serokan re hat bal hev

Hollande ligel Qralê Erebistana Siûdî Selman, Serokomarê Yemenê Hadî û serokê berê yê KNMSyê Cerba re hat bal hev.

05.05.2015 - Rojanekırın : 05.05.2015
Hollande li Erebistana Siûdî bi serokan re hat bal hev

RIYAD
 
 Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê François Hollande ligel Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz, Serokomarê Yemenê Abdûrabbû Mansûr Hadî û serokê berê yê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger a Sûriyeyê (KNMS) Ahmed el-Cerba re cuda cuda hat bal hev.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê di hevdîtina Hollande û Qral Selman a li Qesra Qraliyetê de li ser rûdanên dawîn ên li herêmê û bihêzkirina pêwendiyên dualî hat sekinîn.

Di hevdîtinê de ji hêla Erebistana Siûdî Wezîrê Karên Navxweyî û Welîahtê Yekemîn Prens Mihemed bîn Nayîf, Wezîrê Parastinê Welîahtê Duyemîn Prens Mihemed bîn Selman û Wezîrê Karên Derve Adil bîn Ahmed el-Cubeyr û ji hêla Fransayê jî Wezîrê Karên Derve Laurent Fabius û Wezîrê Parastinê Jean-Yves Odrian amade bûn.

Hollande di hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Yemenê Hadî re tevî pêwendiyên dualî li ser rûdanên dawîn ên li Yemenê rawestiya û herwisa di hevîdtina xwe ya bi serokê berê yê KNMSyê Cerba re jî Hollande li ser geşedanên li Sûriyeyê sekinî.

Hollandeyê îro wekî mêvanê rûmetê beşdarî civîna serokên welatên Konseya Hevkariya Tengavê ya li Riyadê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.