Elif Orhan
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 29 Îlon 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Encumena Wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê biryarên ku Parlementoya Iraqê ji ber referandûmê derxistin red kir.
Di daxuyaniya ku ji ofîsa serokatiyê ya HKIyê hat dayîn de hat gotin ku di civîna Encumena Wezîran a ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serokatiya wê kir de li ser biryarên ku duh Parlementoya Iraqê ji ber referandûma HKIyê derxistin sekinîn û hat gotin ku ev bi temamî dijî destûra bingehîn in.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku biryara Bexdayê ya ji bo ku ji sibê pê ve hemû balafirgehan û deriyên sînor radestî wan bikin dijî destûra bingehîn e û wiha hat gotin:
"Ev biryar bi temamî dijî destûra bingehîn û qanûnan e. Peymana Hewageriyê ya Chicagoyê hikmê ji ber nelihevkirina siyasî girtina balafirgehan û bi vî awayî cezadarkirina hemû gel xelet e, di xwe de dihewîne."
Parlementoya Iraqê duh di rûniştina ku Serokwezîr Heyder Ebadî beşdar bibû de dijî referandûma HKIyê ya di 25ê îlonê de hin biryar sitandibûn. Di serê van de ev tên; bila HKI hemû balafirgeh û deriyên sînor teslîmê hikûmeta navendî ya Iraqê bike û pêşmerge ji Kerkûk û herêmên din ên binîqaş vekêşe û artêşa Iraqê li wan deran bi cî bibe.