Polîtîka

Maweya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê 2 mehan hate dirêjkirin

İsa Toprak, Huzeyfe Tarık Yaman, Gazi Nogay  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Maweya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê 2 mehan hate dirêjkirin

TBMM

 Bi yekîtiya dengan biryar hat dayin ku maweya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê ku bi mebesta armanca "Tirkiyeya Bêteror" da li TBMMê hatiye avakirin, 2 mehên din bê dirêjkirin.

Di Komîsyona ku bi serektiya Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş civîna wê ya 20emîn hat lidarxistin, Seroka Beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Uskudarê Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Dr. Murat Sevencan encamên analîza naveroka xwe ya qeydên komîsyonê parva kirin.

Piştra, nûnerên partiyên siyasî yên di komîsyonê da axivîn û derbarê raporên ku ewê amade bikin da agahî dan.

Piştî axaftinan dengdayin hat kirin û bi yekîtiya dengan biryar hat dayin ku maweya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê, 2 mehên din bê dirêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.