İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Di dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bûyerên li Lîseya Eskerî ya Kuleliyê ku hat girtin, Vanîkoy û Beykozê û Navenda Polêsan a Çengelkoyê hat îşxalkirin, di bûyerên wê derê da 8 kes hatibûn şehîdkirin. Der heqê van bûyeran da 14 jê polêsên berê, 114 bersûc hatin darizandin û ji ber sûcê "teşebusa têkbirina pergala makezagonî" ji bo 26 bersûcan cezayê hepsê yê muebbeda girankirî, ji bo 8 bersûcan cezayê hepsê yê muebbedê hat dayîn.
Rûniştina 51emîn a li Mehkemeya Cezayê Giran a 32yemîn a Stenbolê li avahiya pêşiya Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîlîvriyê hat kirin. 48 bersûcên girtî û parêzerên wan beşdar bûn. Parêzerên Serokomarî, Meclis û Wezareta Parastina Neteweyî û gelek muştekî jî beşdar bûn.
Piştî gotinên dawîn ên bersûcan serokê heyeta mehkemeyê Omer Gunaydin dest bi xwendina biryara xwe kir û ji ber sûcê "teşebusa têkbirina pergala makezagonî" ji bo 26 bersûcan cezayê hepsê yê muebbeda girankirî, ji bo 8 bersûcan cezayê hepsê yê muebbedê da.
Mehkemeyê biryar da ku seba 57 jê er, 7 jê xwendekarê eskerî hewce bi birîna cezayê tuneye, lewra fermandarên wan îradeya wan xerab bi kar aniye.
Ji ber sûcê "alîkarî dane teşebusa têkbirina pergala makezagonî" jî mehkemeyê 12 sal û nîv ceza da 16 bersûcên ku 14ê wan polêsên berê ne.