Tirkiye

Der barê 68 kesên ByLock emilandine da biryara binçavkirinê

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 68 gumanbarên hat tesbîtkirin bernameya ByLockê ya FETOyê emilandine da biryara binçavkirinê derxist û jê 28 kes hatin qefaltin

19.07.2019 - Rojanekırın : 20.07.2019
Der barê 68 kesên ByLock emilandine da biryara binçavkirinê

Istanbul

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 68 gumanbarên hat tesbîtkirin bernameya ByLockê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) emilandine da biryara binçavkirinê derxist û jê 28 kes hatin qefaltin.

Di lêpirsîna bi destê Buroya Şaxa Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê meşandin der barê 68 gumanbarên hat tesbîtkirin bernameya ByLockê ya FETOyê emilandine da biryara binçavkirinê hat derxistin.

Ji bona qefaltina gumanbaran ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê di heman demê da navend Stenbol li Adiyeman, Manîsa, Kocaelî, Enqere, Batman, Antalya, Sakarya, Hatay, Îzmir, Osmaniye, Bursa, Balikesir, Bayburt, Elezîz û Meraşê derketin operasyonê û ji gumanbaran 28 kes hatin qefaltin.

Li gor agahiyan ji bona qefaltina gumanbarên din operasyon dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın