Dildar Baykan Atalay
21 Îlon 2023•Rojanekirin: 22 Îlon 2023
Piştî ku Hardeep Singh Nijjarê rêveberê rêxistina cudaxwaz a Sîxiyan Hêza Rizgariya Xalistanê (KLF) li Kanadayê hat kuştin, Hindistanê vîzeya ji bo welatiyên Kanadayê rawestand.
Di malpera BLS Internationalê da ya ku li Kanadayê peywirdarê wergirtina vîzeyên Hindistanê ye, der heqê pêngava navborî da daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:
"Ji Mîsyona Hindistanê daxuyaniya girîng: Ji ber sedemên operasyonel ji 21ê Îlonê pê va xizmetên vîzeya Hindistanê heya daxuyaniyeke din hatin rawestandin."
Peywirdarekî Hind di daxuyaniya xwe ya da çapemeniyê da biryara navborî piştrast kir, lê der heqê sedema biryarê da neaxivî.