Dinya

Hikûmeta li Xezeyê: Ji 7ê Cotmehê vir va 6 hezar û 500 kes winda ne

Mehmet Nuri Uçar  | 02.12.2023 - Rojanekırın : 04.12.2023
Hikûmeta li Xezeyê: Ji 7ê Cotmehê vir va 6 hezar û 500 kes winda ne

Quds

 Hikûmeta li Xezeyê daxuyand di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ji 7ê Cotmehê vir va dewam dikin da 6 hezar û 500 kes winda ne.

Midûrê Giştî yê Ofîsa Medyayê ya Xezeyê Îsmaîl es-Sewabîte li ber Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê kesên di êrîşên Îsraîlê da winda bûne da agahî da.

Sewabîte daxuyand Îsraîl êrîşên xwe didomîne û îro jî di van êrîşan da bi dehan kes mirine û birîndar bûne.

Sewabîte anî ziman di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ji 7ê Cotmehê vir va tên kirin da 6 hezar û 500 kes an di binê kavilan da mane an jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Sewabîte ji ber êrîşên dijî Xezeyê Îsraîl û rêvebiriya Amerîkayê sûcdar kir.

- Lihevkirina berdêlîkirina dîlan ya di navbera Îsraîl û Hemasê da

"Navbera însanî" ya ji bo ku pevçûn 4 roj rawestin di navbera Îsraîl û Hemasê da çêbûbû di 24ê Mijdarê roja înê saet 08.00an da dest pê kiribû û paşê 3 rojan hatibû dirêjkirin.

Li gor vê lihevkirinê ji Xeta Xezeyê 81 Îsraîlî û ji girtîgehên Îsraîlê jî 240 Filistînî hatibûn berdan.

Piştî "navbera însanî" qediya artêşa Îsraîlê dîsa dijî Xeta Xezeyê dest bi êrîşan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın