Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezeyê ji 200î zêdetir cihan xist

Quds
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku piştî "navbera mirovî" li xeta Xezeyê ya dagirkirî êrîşî ji 200î zêdetir cihan kirin.
Di daxuyaniya artêşê da hat gotin ku vê sibehê ji saet 07.00an va ji beja, hewa û behrê dijî Xeta Xezeyê êrîş hatin kirin.
Hat ragihandin ku di van êrîşan da digel bakurê Xezeyê herêmên Xan Yûnis û Refahê jî di nav da cihên li başûr hedef hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku piştî "navbera mirovî" li Xezeyê ji 200î zêdetir cihan xistin.
Hat îdiakirin ku cihên hatin lêxistin hedefên Tûxayên Îzedîn el-Qesama şaxa eskerî ya Hemasê ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.