Heyeta Ukraynayê ji bo mizakereyan hat Stenbolê

Istanbul
Heyeta Ukraynayê ji bo mizakereyên di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê da ya ku tê plankirin ku îro çêbibin, hat Stenbolê.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Ukraynayê George Tykhyî bi daxuyaniyeke nivîskî va ragihand ku heyeta Ukraynayê gihîşt Stenbolê.
Tê plankirin ku mizakereyên di navbera heyetên Rûsya û Ukraynayê da di saet 13:00î da li Qesra Çiraganê çêbibin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihandibû ku wî heyeta Ukraynayê ya ku wê beşdarî hevdîtinên aştiyê yên li Stenbolê yên ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê wezîfedar kiriye ku Wezîrê Parastinê Rustem Umerov wê serokatiya heyetê bike.
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî daxuyandibû ku Vladîmîr Medînskîyê Mişawîrê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn wê serokatiya heyeta Rûsyayê bike.
- Tirkiyeyê piştî 3 salan her du aliyan li ser heman maseyê civand
Piştî şerê xwînî yê ku di Sibata 2022yan da dest pê kir, Tirkiyeyê di heman salê da Rûsya û Ukrayna hem li Antalyayê û hem jî li Stenbolê li ser heman maseyê civandibû.
Tirkiyeyê piştî 3 salan di Gulana 2025an da dîsa heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê li ser heman maseyê civandibû.
Mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê di 16ê Gulanê çêbûbûn.
Di mizakereyan da her du aliyan li hev kiribû ku li hemberî 1000 kesî 1000 kes ên ku dîl hatine girtin bên berdan, fikrên der barê agirbestê da bi hûrgilî bên pêşkeşîkirin û mizakere bên domandin.
Her du welatan daxuyandibûn ku pevguhertîna dîlan di 25ê Gulanê da temam bûye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.