Haydar Şahin
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
BRUKSEL
NATOyê ji bo baregeha Qonyayê ya NATOyê ya ku di navbera Tirkiye û Almanyayê da bibû sedema ragêşiyê navçîtî kir ku parlementerên alman baregehê ziyaret bikin.
Rayedarekê payebilind ê NATOyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Rose Gottemoellera Alîkara Sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo ku parlementerên alman di çarçoveya NATOyê da baregeha hewayê ya Qonyayê ziyaret bikin bi rayedarên tirk û alman ra dixebite.
Rayedar diyar kir ku hewlên Rose Gottemoellerê dewama pêvajoya wan hevdîtinan in ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel ra kiribû.
- "Baregeha Qonyayê ji bo NATOyê zehf girîng e"
Rayedar destnîşan kir ku rayedarên tirk û yên alman ji bo ku ziyaret di 8ê îlonê da bê kirin li hev kirin, li ser gavên ku di pêşerojê da bên avêtin jî hevdîtin dewam dikin, baregeha Qonyayê ji bo alîkariya ku didin Tirkiyeyê û têkoşîna dijî DEAŞê ya NATOyê zehf girîng e.