Dinya

Hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a NYê dest pê kirin

Hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a NYê ku Serok Recep Tayyîp Erdogan lê Tirkiyeyê temsîl dike, dest pê kirin

İbrahim Atmaca  | 25.09.2018 - Rojanekırın : 25.09.2018
Hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a NYê dest pê kirin

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Serok Recep Tayyîp Erdogan lê Tirkiyeyê temsîl dike, bi beşdariya ji 140î zêdetir serokên dewlet û hikûmetan va dest pê kirin.

Sernava hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a NYê îsal "Bira Neteweyên Yekbûyî bi Hemû Merivan ra Eleqedar Bibe: Ji bo Civatên Aştiyane, Adil û Domdar Pêşengiya Kurewî û Berpirsiyariyên Hevpar" e û Tirkiyeyê Serok Recep Tayyîp Erdogan temsîl dike.

Piştî ku Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres xîtabî Lijneya Giştî bike, wek kevneşop axaftina ewil nûnerê Brezîlyayê wê bike.

Axaftina duyemîn jî malîvan Serokê Amerîkayê Donald Trump wê bike. Serok Erdogan jî wê wek axaftvanê çaremîn di Lijneya Giştî da biaxive.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.