27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ANKARA
Hat ragihandin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 2083 terorîst hatine berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya 20ê rêbendanê li Efrîna herêma Sûriyeyê dijî endamên PYD/YPG/PKK/KCK û DEAŞa rêxistina terorê dest pê kir dewam dike.
Hat diyarkirin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 2083 terorîst hatine berterefkirin.
- Kozikên terorê yên li Efrînê bi topên obusê û roketavêjên pirlûle tên gulebarankirin
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bi topên obusê û roketavêjên pirlûle kozikên terorê yên li hemberî Hatayê dan ber guleyan.
Li ser hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina mensûbên YPG/PKK-DEAŞê û her wiha ji bo ku xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bibe, Artêşa Tirkiyeyê 20ê rêbendanê roja şemiyê Operasyona Çiqlê Zeytûnê dabû destpêkirin û operasyon dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê da kozikên terorîstan ên li deverên çiyayî ên rojava û bakurê Efrînê bi topên obusê û roketavêjên pirlûle tên gulebarankirin.
Wesayîtên eskerî yên ku ji bo piştgiriyê ji herêmê ra hatin şandin, ber bi xeta sînor va sewqkirina wan jî didome.