Önder Beyter
14 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
BATMAN
Piştî ku Bendava Ilisuyê û Projeya HESê kuta be, Heskîf wê di bin avê da bimîne. Ji ber hindê ji bo welatiyên li vir wargeheke nû tê çêkirin. Hêdî hêdî ser û guhê wargeha nû tê li ser hev.
Li Heskîfa navçeya Batmanê xebatên li wargeha nû bênavber dewam dikin.
Li wargeha nû gelek dem û dezgeh ên wekî Qaymeqamtî, Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê, Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê, Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Kargeriya Tûrîzmê û Otêlvaniyê ya Zanîngeha Batmanê, Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê, pirtûkxane xizmetên xwe didomînin. Ji sedî 70yê wargeha nû ya ku lê çêkirina 710 xaniyan dewam dike, temam bû.
Çêkirina 98 kargehan kuta bû û tê plankirin ku xanî jî heya meha hezîranê bo xwediyên wan bên teslîmkirin.
Bi vî awayî Heskîfî şûna xaniyên 40 mêtrokareyî, wê di malên 160 mêtrokareyî ku konfora wê zêdetir da jiyana xwe bidomînin.
- "Navçeyeke nû û nûjen tê avakirin"
Midûrê Herêma 16emîn ê Karûbarên Avê ya Dewletê (KAD) Ali Naci Kosali di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku li wargeha nû, çêkirina dem û dezgehên qamûyê temam bûn û van dezgehan li cihê xwe nû dest bi xizmetên kirin.
Kosali wiha bal kişand, "Ji bo Heskîfa ku wê di nava qada Bendava Ilisuyê da bimîne, navçeyeke nû û nûjen tê avakirin."
Kosali diyar kir ku Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Kargeriya Tûrîzmê û Otêlvaniyê ya Zanîngeha Batmanê îsal li wargeha nû dest bi perwerdeyê kir û bi heman awayî dibistanên din ên ku çêkirina wan kuta bûye jî ketin fealiyetê.
Herwiha Kosali got ku ji sedî 70yê wargeha nû ya ku lê çêkirina 710 xaniyan dewam dike, temam bû û bal kişand ku plan ew e ku xanî jî herî dereng heya meha hezîranê bên temamkirin ku bo xwediyên wan bên teslîmkirin.
Kosali diyar kir ku di nava Heskîfa nû û ya berê da ferqeke pir mezin heye û wiha dewam kir, "Li vê derê wargeheke nûjentir û xweştir wê çêbe. Înşelah însanên me wê li vê derê bêtir rihet, aram û şad bijîn."