Nihat Kavşut
22 Tebax 2018•Rojanekirin: 24 Tebax 2018
EZEZ
Herêma Mertalê Feratê ya ji hêla hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê va ji terorê hat paqijkirin bû herêmeke ewle û aram ya Sûriyeyê.
Li herêmê vegera xelkê dewam dike û ji bihatina kesên koç kirine nifûs zêde dibe û ji perwerdeyê hetan tenduristiyê di gelek waran da pêşketin heye.
Hereketa Mertalê Feratê 24ê Tebaxa 2016an da bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê dest pê kiribû û li bakurê Sûriyeyê qadeke 2 hezar û 55 kîlomêtro ji terorê hatibû paqijkirin.
Operasyona 6 meh dewam kir ji Cerablusa Sûriyeyê ya li hember Karkamişa Entabê dest pê kiribû.