İbrahim Atmaca
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di hersê mehên dawîn ên par da ji xeta boriyê ra nêzî 39 milyon warîl neft îxrac kir.
Deloitteya şirketa kontrol û şêwirmendiyê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye, li ser daxwaza HKIyê 3 mehan carekê raporê amade dike û li gor raporê di hersê mehên dawîn ên 2018an da 39 milyon û 399 hezar warîl nefta xam ji xeta boriyê ra derbas bû û li ser Lîmana Ceyhanê ra hat îxrackirin.
Li gor raporê HKIyê warêlek nef nêzî 54 dolarî firot û di navbera 1ê cormehê û 31ê berfanbara 2018an da 2,12 milyar dolar dahat bi dest xist û qezenca HKIyê ya net jî 1,09 milyar dolar çêbû.
Ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê û partiyên mixalefetê rêvebiriya Hewlêrê bi "dahata neftê û firotina wê şefaf nîne" va sûcdar dikir, rêvebiriya Hewlêrê di mijdara 2016an da bi Deloitteyê ra peyman îmze kir ku dahatê wê kontrol bike.