Haydar Şahin
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Etnaya çiyayê agirîn a li Sicîlyaya girava Îtalyayê dîsa şixulî.
Hat ragihandin ku li Etnaya çiyayê girîng a herî çalak a li parzemîna Ewropayê agir û alava ji çiyê derdikeve bi sedan mêtre bilind dibe û xweliyê li der û dorê belav dike.
Ansaya ajansa Îtalyayê rayedarên herêmê wekî çavkanî nîşan da û destnîşan kir ku lerza kanalên magmatîk ên hundirê Etnayê zehf zêde ye û her diçe lerz kêm dibe.
Direktorê Enstîtuya Lêkolînên Volkanîk û Erdnîgariyê ya Neteweyî Eugenio Privitera daxuyanî da û wiha got: "Di teqînên li Etnayê da em di asteke din da ne. Dibe ku di demeke kin da xilas bibe an jî bi mehan dewam bike. Ji bo kesên li herêmê dijîn tiştekî xeternak tune lêbelê ji bo ewlehiyê em çûyîn û hatina turîstan bi kontol dikin."
Hat ragihandin ku rewşa li Etnayê ji bo seferên balafirgeha Katanyayê pirsgirêkê dernaxe.