Muhammet Kurşun
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku ew destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî ji bo guftûgoyê bi erênî pêşwazî dikin.
Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qudab Talebanî birêve çû.
Di civînê de bûyerên li Kerkûkê û piştre jî deverên di çarçoveya madeya 140î de hat nirxandin û rewşa niha ya Kerkûkê û navçeyên din hat axaftin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêşxeriya (înisiyatîf) Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî ji bo destpêkirina guftûgoyê û çareserkirina problemên di navbera Bexda û Hewlêrê de li gor esasên destûrê û di çarçoveya şirîkatî û tewafiqê de li Iraqê bi erênî pêşwazî kir. Hikûmet amadebûna xwe ji bo guftûgoyan derbirî.
Hikûmetê ji bo vê yekê bangewaziya civaka navnetweyî kir ku di destpêkirin û birêveçûna guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevkariya herdu aliyan bikin.
Herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê hat kirin ku bi hana xelkê Tûzxurmatû û Kerkûkê ve biçin.