Muhammet Kurşun
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê, baca referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê ji aliyê aborî û siyasî ve bi giranî dide.
Rêveberiya Herêmê guh neda hişyariyên Amerîka, Ingîltere, Almanya û civaka navneteweyî, referandûma serxwebûnê encam da.
Hikûmeta Iraqê ku demek e dirêj bû têkiliyên wê digel Hewlêrê ne xweş bûn ev wek firsend zanî û biryarên zextê yên li ser Herêmê yek bi yek xistin rewacê.
Herêma Kurdistanê, piştî referandûmê Kerkûk û deverên binîqaş bi piranî ji dest dan. Digel vê bîrên neftê yên li Kerkûkê û çend cihên din jî ji dest çûn.
Bexdayê referandûm wek hincet nîşan da û firîna ji balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê da sekinandin. Piştre ev biryar heta dawiya sibatê dirêj kir.
Hatibû ragihandin ku ji Balafirgeha Hewlêrê rojane 5 hezar kes bi 60 seferan diçin derveyî welat. Beşa kargoyê jî rojane bi 350 hezar dolar zirarî li ser Herêmê rûdinê.
Piştî referandûmê û ketina Kerkûkê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wezîfeya xwe ya temam bû nehişt were dirêjkirin û hemû erkên wî ji hêla Parlamentoya Herêma Kurdistanî ve dewrî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bûn.
Îranê ji 4 deriyên sînorî 3 heb girtin. Çûnûhatina bo Îranê kêm bû û bazirganiya ku dihat kirin jî zirar da Herêmê.
Wek encameke vê rewşê geştiyariya bo Herêmê dihat kirin jî pir kêm bû ev jî zirareke mezin rûnişt.
Nêçîrvan Barzanî, di ser Tirkiyeyê re çû Fransayê û Almanyayê û digel serokên van welatan kom bû.
Dema Barzanî digel Merkelê civîn kir, di heman demê de navend Silêmaniyê li gelek bajarokên derdorê xwepêşandanên bi hinceta meaşan hatin kirin.
Di çalakiyan de gelek çekdarên çekbidest derketin kolanan û 5 welatî kuştin, 90 jî birîndar kirin.
Rêveberên Herêmê ev yek wek "lîstikeke derekî" bi nav kirin û ji Tirkiyê jî pisporan got: "Dixwazin desthilata Barzanî bi yekcarê ji holê rakin. Çekdarên PKKê jî di nav van çalakiyan de ne."
Herwiha hat diyarkirin ku, "Xwepêşandanên hatin kirin hespê trûvayê yê PKKê ye."
Herî dawîn jî Bizava Goranê ku ji Çiriya Pêşîn a 2015an vir ve bi awayekî fiîlî ne di nav hikûmetê de bûn û endamê wan Yûsif Mihemed jî li derveyî Parlamentoyê mabû ragihand ku ji hikûmetê vekişiyaye. Digel wê Komeleya Îslamî ku xwedî wezaret û wezîrekî ye jî ji hikûmetê vekişiya.