Muhammet Kurşun
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
NEW YORK
Li herêma Bronxa eyaleta New Yorkê di avahiyekê de agir derket û 12 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gor Departmana Agirkujiya New Yorkê, di avahiyeke 5 qatî ya li nêzîkî Bronx Baxçeyê Heywanan de agir derket.
Şaredarê New Yorkê Bill de Blasio jî li cihê bûyerê ragihand ku 12 kes di şewatê de mirine 15 jî birîndar bûne.
Blasio diyar kir ku ew bûyer "trajediya herî xerab a şewatê ye" û di nava miriyan de bebekek jî heye.
Nêzîkî 170 wezîfedarên îtfaîyeyê û ambûlans çûn cihê bûyerê û berpirsan diyar kir ku agir di bin kontrolê de ye.
Sedema derketina agir hê nayê zanîn.