Haydar Şahin
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
XEZE
Hat ragihandin ku hejmara welatiyên Filistînê yên ku dema li sînorê Xezeyê ji Tel Avîvê barkirina Qudsê ya balyozxaneya Amerîkayê protesto dikirin hatin şehîdkirin gihîşte 62yan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat destnîşankirin ku hejmara kesên di çalakiyên li rojhoilatê Xezeyê da hatin şehîdkirin gihîşte 62yan û hejmara birîndaran jî gihîşt 3 hezarî.
Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 8 şehîd ji 18 salî piçûktir in, 225 birîndar ji zarokan 86 birîndar jî ji jinan pêk tên.
Welatiyên Filistînê li nêzî sînorê Xezeyê konên xwe danîn, ji bo biryara Amerîkayê û Nekbeya (Felaketa Mezin) salvegera avakirina Îsrîalê ya 70yî protesto bikin çalakiyên bi navê "meşa bi milyonan" li dar dixin. Di çalakiyên duh û pêr da 62 welatiyên Filistînê hatin şehîdkirin.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 6ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike û ew ê balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin. Merasima vekirina balyozxaneya teze do hatibû lidarxistin.