27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
JOHANNESBURG
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Hevsarê vê rêxistina ku ev 40 sal in têgehên wekî xizmet, himet, perwerde, diyalog û xêrxwaziyê bi kar tîne û ketiye nav dewlet û civakê, di destê dijminên Îslamê da ye."
Erdogan li Otêla Hyatt Regencyê bi rûsipî û giregirên civaka Misilmanan ya li Komara Afrîkaya Başûr ra hat bal hev û li vir axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir wê têkoşîna heq û edaletê ya dibêjin 'Dinya ji 5an mezintir e' û kirine sembol bi biryardarî bidomînin.
Erdogan destnîşan kir wê her dem cem xelkê Afrîkayê, Filistînê, Bosna, Sûriye, Arakan û Tirkistanê cî bigirin.
Serokomar Erdogan diyar kir wekî ku kurmikeke biçûk çawa dareke mezin dixwe, belaya esil ya ku hêza Misilmanan ji hundir va dixwe rageşiyên terorî û mezhebî ne.
Erdogan diyar kir li welatê me rêxistinên wekî FETO û PKKyê hêlînên fesadê ne ku birayên me dikujin.
Serokomar Erdogan diyar kir divê em li hember van rêxistinên ku armanca wan a esil ew e ku me berdin hev hişyar bin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir hefsarê vê rêxistina ku ev 40 sal in têgehên wekî xizmet, himet, perwerde, diyalog û xêrxwaziyê bi kar tîne û ketiye nav dewlet û civakê, di destê dijminên Îslamê da ye.
Erdogan destnîşan kir yên ku şeva 15ê Tîrmehê gule berdan gel terorîstên bi unîforma ne ku rihê xwe firotine wî qeşmerê li Amerîkayê yê heşa ku wekî mehdî dibînin.
Serokomar Erdogan diyar kir li Afrîkaya Başûr jî ji bo ku hêlînên fitneyê yên vê rêxistinê bên girtin pêngavên hewce avêtin û got em diavêjin û em ê hê jî biavêjin.
Erdogan destnîşan kir haya wan jê heye ku FETO li Afrîkaya Başûr bi taybetî ji ser saziyên perwerdeyê hewl dide ku Misilmanan bikêşe bal xwe.
Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha got: "Ez wekî birayekî we tê da feydeyê dibînim ku vê hişyariyê li we bikim. Tu carî bi gotinên vê rêxistinê (FETO) nexapin. Ew teqiye û derewan gelekî bi hêsanî bi kar tînin."