01 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Gulan 2017
WASHINGTON
Li gor daneyên Fermandariya Hêzên Navend ya Emrîkayê (CENTCOM) koalîsyona dijî DEAŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji tebaxa 2014an û heta meha adarê bi "xeletî" 396 sivîl kuştin.
CENTCOMê li ser hejmara sivîlên ku di şerê DEAŞê da li Iraq û Sûriyeyê di êrişên esmanî da hatin kuştin, rapora meha adarê eşkere kir.
Li gor raporê ji roja ku bi DEAŞê ra têkoşînê dest pê kir û heta niha koalîsyon bi "xeletî" bû sedema mirina 396 sivîlan.
Di nav heman demê da li Iraq û Sûriyeyê 20 hezar û 205 êrişên esmanî hatin kirin, di van êrişan da êxbara mirina 396 sivîlan hat kirin. Hat gotin ku ji van êxbaran tenê jê 102 "pêbawer" in, hejmara sivîlên ku hatine kuştin wek 396 hat daxuyandin. Di rapora meha borî da ev hejmar 229 hatibû ragihandin.
- Li gor çavkaniyên serbixwe hejmara sivîlên ku hatine kuştin ji sê hezaran zêdetir e
Lêbelê li herêmê gelek rêxistinên civava sivîl ên serbixwe îdia dikin ku li Iraq û Sûriyeyê gelek sivîl di êrişên esmanî yên koalîsyonê da hatin kuştin.
Ji çavkaniyên herêmî malpera nûçeyan ya Airwarsê jî dibêje ku ji roja ku koalîsyonê dest bi wezîfeyê kir û heta niha koalîsyon bû sedema mirina 3 hezar û 16 sivîlan.