Hat ragihandin di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da xanima Xamaney jî hat kuştin
Arbil
Hat ragihandin xanima Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, mir.
Ajansa Nûçeyan a Îranê Tesnîm a nîvfermî di bernameyek televîzyonê de dîmenek weşand û ragihand xanima Elî Xamaney, jiyana xwe ji dest da.
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da dewam dikir Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, qîza wî, nevî, zava û bûkek wî jî hatibûn kuştin.
