Önder Beyter
24 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2020
Alîkara Serokwezîrê Rûsyayê Tatyana Golikovayê diyar kir ku geştên asîmanî yên Rûsya û Tirkiyeyê dê dualî di 1ê tebaxê da dest pê bikin û wiha got, "Seferên ji Rûsyayê di 1ê Tebaxê da ji bo Stenbol û Enqereyê û di 10ê Tebaxê da jî ji bo Antalya, Dalaman û Bodrumê dest pê dikin."
Golikovayê li ser mijarê daxuyanî da qanala dewleta Ûris Rossiya 24ê û diyar kir ku di nava welatên ku sefer dê dest pê bikin da Tirkiye jî heye û wiha got, "Geştên asîmanî yên Rûsya û Tirkiyeyê dê dualî di 1ê tebaxê da dest pê bikin. Seferên ji Rûsyayê di 1ê Tebaxê da ji bo Stenbol û Enqereyê û di 10ê Tebaxê da jî ji bo Antalya, Dalaman û Bodrumê dest pê dikin."
Tê pêşbînîkirin ku geştên asîmanî yên navneteweyî yên ji Rûsyayê dê ji Moskova, St. Petersburg û Rostovê dest pê bikin.