Dinya

Fotografê AAyê yê ku xelaya li Xezeyê radixe ber çavan, bû berga kovara TIMEyê

Şilan Turp  | 02.08.2025 - Rojanekırın : 02.08.2025
Fotografê AAyê yê ku xelaya li Xezeyê radixe ber çavan, bû berga kovara TIMEyê

Ankara

 Kovara TIMEyê ku yek ji weşanxaneyên pêşeng ên cîhanê ye, di berga xwe ya vê hefteyê da fotografekî fotonûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) Ali Jadallah ku li Xezeya êrîşên Îsraîlê lê berdewam in, kişandibû, bi kar anî.

Kovara TIMEyê wêneyê navborî yê fotonûçegihan Ali Jadallah bi şîroveya "trajêdiya li Xezeyê" kire berg.

Fotografê ku nîşan dide mirovên ku li Xeta Xezeyê ya di bin dorpêça tund a Îsraîlê da ne, ji bo wergirtina alîkariya xwarinê ketine dorê, ev fotograf ji aliyê edîtorên kovara TIMEyê va ji nava hejmareke gelek fotografan hat hilbijartin.

Fotonûçegihanê AAyê Jadallah rewşa heyî ya li Xezeyê bi fotografên xwe radigihîne cîhanê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın