RABAT
"Festîvala Jinên Nivîskar ên Behra Spî" ya bi temaya "Çîrokên Jinan" li Fasê dest pê kir.
Festîval ji aliyê Komeleya Mêya Pirjimar li Navenda Çanda Akdalê ya li Rabatê hat lidarxistin. Festîvala ku dê heta roja înê bidome gelekî nûser beşdar bûn.
Seroka Komeleyê û Kordînatora Giştî yê Festîbalê Heyat Dinyayê daxuyanî da peyamnerê Anadolu Agencyê û di daxuyaniya xwe wiha got: "Eva festîvala 5emîn e ku em li dar dixin û mijara wê jî ji ber rola sereke ya jinê ya di hilgirtina mîrata çandî de me wekî 'çîrokên jinan' kifş kir. Jin mîrata devkî ji wendabûnê xelas dike û guhastina çanda devkî ber bi çanda nivîskî de jin dikare rola wek pirekê hilgire ser milên xwe."
Di festîvalê de mijarên mîna "beriya globalîzasyonê û piştî globalîzasyonê çîrok", "di çîrokên devkî û nivîskî de jin û mêr" û "çîroka îroyîn" dê bên nîqaşkirin.
Festîval cara ewil di sala 2006an de hatibû li dar xistin û 2 sala carekê tê çêkirin.