Sevim Hatun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
DOHA
Wezîrê Karên Derva yê Qeterê Şêx Mihemed bîn Evdirrehman Al Sanî ji bo madeyên ku welatên Qeterê dorpêçkirine ji bo çareseriyê pêşkêş dikin got: "Ev ne daxwaz in îdiayên bêbingeh in."
Al Saniyê ji bo hin hevdîtinan çû Washingtona paytextê DYAyê, li vir bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson hat bal hev, piştî hevdîtinê der barê krîza di navbera Qeter û hin welatên Ereban çêbû de, daxuyanî da rojnamegeran.
Al Sanî der heqê listeya madeyên ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Misir û Behreynê teleb kir de got: "Ev ne daxwaz in, îdiayên ku nehatine îsbatkirin in."
Herwiha Al Sanî destnîşan kir ku ev daxwaz daxwazên ne meqûl in, ne mimkun e bikin rewacê û diyar kir ku qebûlkirina van madeyan ne mimkun e.
Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Yêmen, Misir û Behreynê di 5ê hezîranê de ragihandibû ku wan peywendiyên xwe yên dîplomatîk ên bi Qeterê re qut kirin.