22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
LONDRA
Mehdî Ekerê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê got, "Em helwesta hikûmeta Îngiltereyê ya ji bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê teqdîr dikin."
Eker di çarçoveya hevdîtinên li Îngiltereyê da beşdarî panela bi navê "Şerê Sûriyeyê û Girîngiya Yekîtiya Erdê Sûriyeyê" ya bi destê Yekîtiya Demokratên Tirkên Ewropayî (UETD) û di malxwedîtiya Lord Mark McInnesê ji Partiya Mihefezekaran da hat lidarxistin bû û li wê derê axivî.
Eker diyar kir ku Tirkiye li herêmê li dijî rêxistinên terorê operasyonê dimeşîne, kurdên li herêma di hedefa operasyonê da nînin û wiha axivî: "Armanca operasyonê ew e ku ewlehî û îstiqrara sînorê xwe û herêmê pêk bînin, terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî berteref bikin. Ev operasyona li dijî Sûriyeyî, Kurd û Ereban nayê kirin. Ji bo ku gelê herêmê ji zext û zordariya terorîstan xilas bikin operasyon tê kirin."
Eker got armanca Tirkiyeyê ew e ku herêmê ji terorîstan paqij bike.
Eker destnîşan kir ku Tirkiye di heman demê da parçeyekî koalisyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê ye û wiha pê da çû: "Tirkiye dixwaze ku bi operasyonê va ji bo sivîlan jî herêmên ewledar ava bike."
Eker bal kişand ser helwesta Îngiltereyê ya ji bo operasyona Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em helwesta hikûmeta Îngiltereyê ya ji bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê teqdîr dikin. Bi taybetî jî welatiyên Îngiltereyê yên ku li Sûriyeyê tevlî PYDyê bûne, paşê zivirîne welatê xwe û piştî binçavkirinê tên darizandin em memnûn kir. Beyanatên fermî yên ku tên dayîn jî me kêfxweş dikin."
Di panelê da pirtûka ku Midûriyeta Giştî ya Çapemenî û Enformasyonê li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê amade kiribû li beşdarvanan hat belavkirin.