Serokê Meclisa Rûhanî ya Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê Serkeşîş Tatûl Anûşyan got "Li ser rûyê erdê bi qasî kesên ku ji bo aştiyê dixebitin, kesên hewl didin ku ji bo aştiyê astengiyan derxînin jî hene. Em ji bo ku ew kes jî di rêya aştî û aramiyê de rêya rast bibînin, dia dikin."
Komeke 40 kesî ya ku ji ermeniyên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê yên endamê Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê pêk tê, li Dêra Axtamarê ya li Gola Wanê ji bo aştî û aramiya welêt dia kirin.
Ziyaretvan ji berdestê sibê pê ve ji îskeleya li navçeya Kawaşê bi lotkeyan derbasî giravê bûn. Ziyaretvanan di bin serkêşiya Serokê Meclisa Rûhanî ya Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê Serkeşîş Tatûl Anûşyan de dia kirin, lawje gotin û find vêxistin.
Serokê Meclisa Rûhanî ya Patrîkiya Ermeniyên Tirkiyeyê Serkeşîş Anûşyan daxuyaniyek da û got armanca wan a îro ew e ku ji bo axa Anadoluyê ya ku sedan sal beriya niha êş û bêhêvîtiyê dît, piştî 100 salî bibe cihê aramî, aştî û biratiyê dia bikin.
Anûşyan got li gor baweriyên xwe ne tenê ji bo xwe ji bo her kesê dia dikin û wiha axivî: "Li ser rûyê erdê bi qasî kesên ku ji bo aştiyê dixebitin, kesên hewl didin ku ji bo aştiyê astengiyan derxînin jî hene. Em ji bo ku ew kes jî di rêya aştî û aramiyê de rêya rast bibînin, dia dikin. Em ji bo hemû mirovên ku li ser vê axê jiyane, xwîdana wan rijaye li ser vê axê, li ser vê axê mirine tên û dia dikin. Heke em ji bo xwe dia bikin û kesên din ji nedîtinê bên, ew çax di baweriya me de kêmasiyek heye."
Anûşyan got berî her tiştê ji bo ku aştî û aramî pêk bê, mirov hev fehm bikin û ji hev hez bikin dia dikin.
Anûşyan qal kir ku Wan ji aliyê manewî ve gelekî biqîmet e, ji ber vê yekê li Wanê kom bûn û wiha axivî:
"Niha beriya ku em li ser peyvan bisekinin divê em li ser tişteke girîngtir bisekinin. Şûne ku em peyvan hilbijêrin û li ser hûrguliyên van peyvan bisekinin, divê em êşên xwe yên berê bibînin, li ser van êşan bifikirin û ji van êşan derkevin rê û gelek girîng e ku ji van êşan ders derxînin ku car din êşên nû neqewimin. Em kîjan peyvê bi kar bînin jî êşên ku di rabirduyê de qewimîne hene. Êşeke ku gelê me kişandiye heye. Her kes li gor dilê xwe di çarçoveya rêzgirtinê de van dinirxîne lê belê bikarneanîna peyvên hesas jî hilbijartinek e."
Anûşyan bi bîr xist ku dêra Axtamarê bi destûra taybet a Wezareta Çand û Tûrîzmê piştî 95 salan cara ewil di sala 2010an de ji bo îbadetê hat vekirin û her sal di bazara duyemîn a meha îlonê de li dêrê ayînê dikin.
Anûşyan destnîşan kir ku ji bo ermeniyan girîng e ku li Wanê ayînê bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em her sal di meha îlonê de ayînê dikin. Girêdayî destûra Walîtiyê. Em welatiyên eslî yên vê welatê ne. Fermiyet û prosedur çi bixwazin me heta niha wan bi wî awayî kir. Em dê ji niha pê ve jî wisa bikin. Di rastiya xwe de peyameke gelekî girîng heye, em dixwazin ku bila bê zanîn ermeniyên ku li vê welatê dijîn hêmanên eslî yên vê welatê ne. Em tu carî li vê welatê nebûn mêvan, em îro jî mêvan nînin, dê sibê jî nebin mêvan. Em ji ber ku li vê welatê dijîn kêfxweş in. Kesên dixwazin ku ji bo vê kêfxweşiyê astengiyan derxînin an jî em wek mêvanan bibînin mixabin dê zerarê bikin. Ev têgeha mêvanê ya ku di van demên dawîn de tê bikaranîn cemeata me aciz kiriye. Em mêvan nînin."