Mesut Varol
05 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Bi destûra taybet ya Wezareta Çand û Turîzmê li Dêra Axtamarê ya ku li ser Behra Wanê li ser Girava Axtamarê ye û salê carek lê ayîn tê kirin, ayîna 9emîn hat kirin.
Kesên ji bona beşdarî ayînê bibin hatin bajêr ji Îskeleya Gevaşê bi kontrolan bi kelekan birin giravê. Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kêm kes hatin hildan.
Serkeşe Tatul Anuşyanê Serokê Meclisa Rûhanî û Sekreterê Giştî yê Patrîkxaneya Ermeniyan ya Tirkiyeyê ayînê bi cî anî.
Bi beşdariya 25 endamên Patrîkxaneya Ermeniyan ya Tirkiyeyê û kesên hazir bûn ji bona tenduristî û hizûrê dia kirin û îlahî xwendin.
Mehmet Emîn Bilmezê Wekîlê Şaredariyê û Waliyê Wanê, Huseyin Bekmezê Fermandarê Cendrimeyên Wanê, Hamît Gençê Qaymeqamê Gevaşê û Atanur Aydin Midûrê Ewlehiya Wanê jî ayînê temaşe kirin.
Mehmet Emîn Bilmezê Wekîlê Şaredariyê û Waliyê Wanê diyar kir ku ayîn di nav aramiyê da hat bicîanîn.
Tatul Anuşyanê Serokê Meclisa Rûhanî û Sekreterê Giştî yê Patrîkxaneya Ermeniyan ya Tirkiyeyê jî destnîşan kir ji bona hemû dinyayê peyamên hezkirinê dane.