Türkan Tosun
26 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2020
Hat ragihandin artêşa Ermenistanê agirbesta ku di saet 08.00î da hat îlankirin binpê kir û êrîşî mewziyên artêşa Azerbeycanê û cihên sivîlan kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê artêşa Ermenistanê agirbesta însanî ya berwext binpê kir û bi top û hewanan va êrîşî artêşa Azerbeycanê û cihên sivîlan kir.
Hat daxuyandin Ermenistanê ji bajarên Berd, Çemberek û Vardenîsê êrîşî bajarên Azerbeycanê Tovuz, Gedebey û Daşkesenê kir.
Ji bilî van cihan artêşa Ermenistanê li îstiqameta Terter, Axdam, Fuzulî, Laçîn û Gubadliyê jî êrîşî eskerên Azerbeycanê kir.
Agirbesta ku Amerîkayê eşkere kir di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da li ser Qerebaxa Çiyayî li gor saeta herêmî di 08.00î da ketibû rewacê.
Artêşa Ermenistanê agirbestê di saet 08.05an da binpê kiribû, ji îstiqameta bajarê Laçînê êrîşî eskerên Azerbeycanê yên li Sefiyana gundê Laçînê û Terterê bi cih bûne kiribû.
-Alîkarê Serokomarê Azerbeycanê Haciyev berpirsiyariya binpêkirinên agirbestê kir stûyê Ermenistanê
Alîkarê Serokomarê Azerbeycanê Hikmet Haciyev ragihand ku Ermenistan ji binpêkirinên agirbesta ragihandî berpirsiyar e.
Haciyev daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bal kişand ku hema piştî ragihandina agirbestê, li dijî yekîneyên Azerbeycanê û cîwarên wê yên sivîl gule hatin agirkirin.
Haciyev diyar kir ku Ermenistanê agirbestên ku 10 û 18ê cotmehê da hatin ragihandin, bi eşekereyî binpê kirin û wiha got:
"Ev hemû nîşan didin ku Ermenistan bi gotinê piştgiriyê dide agirbesta mirovî û her wiha ji bo ku gule berde yekîne, cih û warên Azerbeycanê, ji bo ku hêza xwe xurt bike, kozikên nû qezenc bike, agirbestê bi kar tîne. Armanca Ermenistanê ew e ku statukoya li ser xîmê dagirkirinê biparêze û bihêz bike. Aliyê Azerbeycanê giran tevdigere. Der heqê binpêkirinên agirbesta mirovî da zanyarî tên berhevkirin û ji welatên hevserokên Koma AGÎT Mînskê ra agahî tê dayîn. Ermenistan ji binpêkirinên agirbestê berpirsiyar e."
Agirbesta mirovî ya berwext a li Qerebaxa Çiyayî ya ku Amerîkayê ragihand, Azerbeycan û Ermenistanê li ser li hev kirin, bi dema herêmê saet 08.00an dest pê kiribû.
Artêşa Ermenistanê di 08.05ê da agirbesta însanî ya berwext binpê kiribû û ji aliyê bajarê Laçînê va top avêtibû yekîneyên Azerbeycanê yên ku li Sefiyana gundê Laçînê bi cih bûne. Her wiha Ermenistanê herêma Axdamê, bajarê Terterê û gundên wê jî dabûn ber topxaneyan.
-Li Azerbeycanê di êrîşên Ermenistanê da 65 sivîl hatin kuştin, 297 sivîl jî birîndar bûn
Di êrîşên Ermenistanê yên li ser cih û warên Azerbeycanê da heta niha 65 sivîl hatin kuştin û 297 sivîl jî birîndar bûn.
Serdozgeriya Azerbeycanê daxuyand di êrîşên Ermenistanê yên di navbera 26ê Îlonê û 26ê Cotmehê da heta niha 65 sivîl hatin kuştin û 297 sivîl jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ji kuştiyan jê 18 kes jin û 10 jî zarok in, ji birîndaran jî jê 69 jin û 32 kes jî zarok in.