Fatih Gazioğlu
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
RIYAD
Erebistana Siûdî li ser daxuyaniyên Sîgmar Gabrîelê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê, balyoze xwe yê Berlînê ji bo ku 'îstişare' bikin paşve kişand.
Erebistana Siûdî wê ji bilî vê notayeke protestoyê jî bide Balyozê Almanyayê yê Riyadê.
Li gor nûçeya SPAya ajansa Erebistana Siûdî ya fermî, Erebistana Siûdî bertek nîşanî daxuyaniyên Sîgmar Gabrîelê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê da.
Rayederekî Wezareta Karên Derva yê ku nexwest navê xwe bêje got ku Erebistana Siûdî der barê daxuyaniyên Gabrîel de ecêb mane û vê daxuyaniyê jî 'neheq û kirêt' dibînin.
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel 16yê çiriya paşîn bi Wezîrê Karên Derva û Wezîrê Koçberan yê Libnanê re hatibû bal hev û piştra daxuyaniyek dabû.
Gabrîel di daxuyaniyê de ji ber îstifaya Serokwezîrê Libnanê Saad Herîrî bertek nîşanî Erebistana Siûdî dabû û polîtîkayên wan bi tundî rexne kiribû.