Sevim Hatun
23 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di ser telefonê re bi Serokwezîra Îngilistanê Theresa Mayê re axivî. Erdogan îfade kir ku ji ber êrişa terorî ya li Londrayê çêbû xemgîn in û sersaxî da Mayê.
Erdogan got ku Tirkiye êşa Qraliyeta Hevgirtî parve dike û di mijara têkoşîna dijî terorê de herdem hevkarê Qraliyeta Hevgirtî ya dost û mutefiq e.
Erdogan îfade kir ku ji ber êrişa terorî ya li Londrayê çêbû xemgîn in û sersaxî da Mayê. Herdu serokan di hevdîtinê de cardin biryardariya xwe ya di mijara têkoşîna dijî terorê û hevkariyê de anî ziman.