Erkan Tiryaki
05 Tebax 2021•Rojanekirin: 05 Tebax 2021
Eray Şamdanê di 67 kîloyî ya kareteya mêran a Lîstikên Olîmpiyatê ya Tokyo 2020î da derkete fînalê ew ê ji bo madalyaya zêrîn têkoşînê bide.
Di misebeqeya li Nippon Budokanê tê lidarxistin da Eray di 67 kîloyî da ji bo nîvefînalê derkete hemberî Rahman Abdel Almasatfayê ji Urdinê.
Şamdan reqîbê xwe 2-0 têk bir û derkete fînalê. Di fînalê da reqîbê Eray jî Steven Da Costayê werzişvanê ji Fransayê ye.
Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê jî li salonê misebeqe temaşe kir.